Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê diyar kir ku ava ku ji Sûriyê û Tirkiyeyê tê Iraqê, tenê nîva pêwîstiyên Iraqê dabîn dike û wiha got: “Tirkiye peymana bi Iraqê re îmzekirî, bicih naîne.”
Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Ewn Ziyab derbarê para ava Iraqê ya ji aliyê dewleta Tirk ve, ji kanala Dîcle News ya Iraqê re axivî.
Ewn Ziyab ragihand ku ava ji her du robarên Dîcle û Firatê tê nav xaka Iraqê, di kêliyek de 353 metre çargoşe derbaz nake û got;
”Divê ji her robarek Firat û Dîcleyê, di kêliyek de zêdetirî 300 metre çargoşe av derbas bike.”
Ewn da zanîn ku li gorî sererastkirina lihevkirinê, divê ava ku ji aliyê Tirkiyeyê ve were berdan, di saniyekê de bigihîje 212 metre çargoşe ku dike nêzî sedî 58’ê ava Fıratê.
Di dawiyê de Ewn Ziyab ev bang li Tirkiyeyê kir:
”Em bang li Tirkiyeyê dikim ku li gorî peymana bi Iraqê re hatî îmzekirin tevbigere.
Ji ber ku li gorî peymanê divê Tirkiye di meha Tîrmeh û Tebaxê de, ji robarê Firat û Dîcleyê para ava Iraqê berde.
Lê heya niha ev peyman ji aliyê Tirkiyeyê nehatiye bicihanîn.
Ev ava niha gelek kême û pêdawistiyên Iraqê pêşwazî nake.”



