Beriya civîna bi Erdogan re jî Şandeya Îmraliyê, bi Hevserokên Giştî yên DEM Partî Tûncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari re hevdîtin pêk anîn.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî Perwîn Bûldan û Mithat Sancar ku duh bi Rêber Apo re hevdîtin kirin îro jî, bi Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan re civiyan.
Civîn li navenda giştî ya DEM Partî û ji çapemeniyê re girtî pêk hat û nêzî saetek û nîv dewam kir.
Derbarê naveraoka civînê, daxuyaniyeke fermî nehate dayîn.



