Îro parêzer û malbata Rêber Apo çûn Grava Îmraliyê hevdîtin pêk anîn. Her wiha girtiyên din yên li Îmraliyê jî bi malbatên xwe re hevdîtin kirin.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî hevdîtina parêzer û malbatan ya li Îmraliyê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ji malbatê birayê Rêber Apo Mihemed Ocalan û parêzer Mazlûm Dînç çûne Îmraliyê hevdîtin pêk anîne.
Her wiha hate diyarkirin girtiyên din yên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Omer Xeyrî Konar, Weysî Aktaş, Ergîn Atabey, Zekî Bayhan û Mehmûd Yamalak jî bi malbatê xwere hevdîtin pêk anîne.



