Ev heyeme zêdeyî hefteyekê ye ku 10 kurd ji aliyê ewlehiya hukumeta Sûriyê a veguhê ze dihatin girtin ku nav de 4 ciwanên ji Qamişlo hebûn.
Îro her 4 ciwanên ji Qamişlo ku li Şamê girtî bûn, hatin berdan.
Li gorî agahiyên me, îro piştî danê nîvro ew her çar kes hatine berdan.
Ciwanê kurd Ebdelezîz Hac Elî, Remedan El-Husên, Diyar Umer û Ehemed Ferhan ji Qamişlo ne,
Beriya çend rojan her çar bi hev re li Şamê hatin revandin.
Ji bilê van kesan, 6 welatiyên kurd yên din hîn çarenûsa wan nediyar e.



