Navenda Ragihandinê ya YPG’ê şehîd Dijwar Dêrik di salvegera wî ya 10’an bibîr anî.
Navendê diyar kir ku dê mîrateya têkoşînê ya heval Dijwar li pey xwe hiştî, wê were parastin û soza mezinkirina têkoşînê da.
Rêheval Dijwar Sala 1973’an, di nav malbatek welatparêz de ji dayîk bû.
Û sala 1992’an, tevlî têkoşînê bû, salên dirêj bi awayek çalak di xebatan de cih girt.
Lê di sala 2015’an de ji ber nexweşiyê tevlî karwanê şehîdan bû.
YPG’ê sersaxî ji malbata rêheval Dijwar û hemû gelên welatparêz re xwest û destnîşan kir ku mîrateya têkoşînê ya heval Dijwar li pey xwe hiştî, dê were parastin.



