Li Qamişloyê jin mijarên tundiya li dijî jinan, xwekuştina ji ber zewicandina bi darê zorê, her wiha rola jinan di rêvebirina pêvajoyê û sepandina nirxên demokasiyê de nîqaş dikin.
Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi hevkariya Kongra Star panelek bi navê “Bi hev re ber bi civakeke exlaqî, demokratîk a hevbeş ve” li dar dixe. Panel li Hola Burc a li bajarê Qamişloyê bi beşdariya gelek çalakvanan dewam dike.
Di panelê de nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê girîngiya avakirina civakeke demokratîk de hatin xwendin.
Hevseroka Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Îlham Ebdullah raporek berfireh li ser rewşên tundiya li ser jinan, sûcên qetilkirinê, zêdebûna rewşa xwekuştina bi sedemên zewicandina bi darê zorê û zextên civakî pêşkêş kir.
Beşdaran rêbazên pêşgirtina li van diyardeyan anîn ziman. Her wiha girîngiya bihêzkirina rola jinan di rêvebirina guherîna civakî, pêkanîna rêgezên tevkariyê di biryardayînê de gotûbêj kirin.
Panel bi nirxandinên beşdaran ên li ser rojeva panelê dewam dike.



