Di şerê 12 rojan yê Îran û Îsraîlê de bîlançoya kuştiyên li Îranê zêde dibe.
Rayedarekî Îranê ragihand ku hezar û 60 kes di êrişên Îsraîlê de mirine.
Midûrê Weqfa Kuştî û birîndarên Îranê Saîd Ohadî roja duşemê ji televîzyona dewletê re ragihandin ku heta niha li seranserî welêt wan hezar û 60 kes spartine axê.
Di şerê ku 13’ê Hezîranê bi êrîşên Îsraîlê re destpê kirî û 24’ê Hezîranê bi agirbestê bi dawî bû de, li gorî bilançoya fermî ya berê hejmara miriyan 935 kes hatibû diyarkirin.
Di şerê 12 rojan de, di encama êrîşên Îsraîlê de berpirsyarên Parêzvanên Şoreşê û zanyarên nukleer jî di nav de gelek rayedarên payebilind hatibûn kuştin.
Her wiha serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan îda kir ku, ajanên MOSAD’ ê hewla kuştina wî jî dane lê bi ser neketine
Pezeşkiyan got, “Ceribandin, ketin nava liv û tevgerê lê nekarîn.”



