Di dema şerê Pakistan û Hindistanê de dihat îdîakirin ku Pakistan ji Çinî piştgiriyê digire.
Fermandarê Hêzên Bejahî yê Pakistanê ev îdîa derewand.
Fermandarê Hêzên Bejahî yê Pakistanê Mareşal Asim Munîr duh daxuyaniyek da, têkildarî îdîayên ku dibêjin di Gulana borî de di dema şerê Pakistan û Hindistanê de artêşa Pakistanê ji Çînê piştgiriyeke pratîkî digire axivî û ev îdîa derewandin.
Fermandarê 2’yemîn ê Hêzên Bejahî yê Hindistanê Rahul R. Singh hefteya borî gotibû ku Çînê têkildarî cihên girîng ên Hindistanê “yekser û di kêliyê de” agahî dane Pakistanê.
Fermandarê Hêzên Bejahî yê Pakistanê Mareşal Asim Munîr xîtabî poleke lîsansa bilind a têkildarî mijara “Ewlekariya Neteweyî û Şer” kir û di wir de têkildarî van îdîayan got “îmayên têkildarî piştgiriya derve ji berpirsiyariyê dûr in û ne rast in.”
Rayedarên Pakistanî berê jî ev îdîayên têkildarî piştgiriya Hindistanê ya ji bo welatê wan derewandibûn.
Demeke dirêj e di navbera Pekîn û Îslamabadê de peywendiyên nêz hene. Çînê bi milyaran dolar li sektorên enerjî û binesaziya Pakistanê razandiye.
Li milê din, peywendiyên Hindistan û Çînê di sala 2020’an de ji ber şerekî li ser sînor domahiya 4 salan bi rengê rageşiyeke eskerî xera bibû.
Lê, sala borî di meha Cotmehê de herdu welat ji bo ku rageşiyê kêm bikin li hev kiribûn û tansiyon hinekî xistibûn.
Di meha Gulanê de di navbera Hindistan û Pakistanê de çar rojan şer çêbibû, di vir de welatan li dijî hevdu fûze, balafirên bê mirov û top bi kar anîbûn.
Şer, dema ku li herêma Keşmîrê ya di bin kontrola Hindistanê de li dijî tûrîstan êrîşek pêk hatibû rû dabû. Delhiya Nû, Îslamabad wekî berpirsê vê êrîşê dît. Dûvre di navbera herdu welatan de agirbest çêbû.



