Dadgeha Temyîzê ya Parîsê biryar da ku jina Fransî Sonia Mejri ya (36) ku ji Sûriyeyê vegeriyaye, ji ber di bihara 2015’an ciwanek Êzidî kiriye kole, girtiye.
Li ser bingeha olî û zayendî zilm lê kiriye û kiryarên dijmirovî yên ji ber sûcê qirikirinê li Dadgeha Cezaya Giran bê darizandin.
Sonia Mejri ya ku hevjîna serçeteyekî DAÎŞ’ê bû, yekem jina Fransî ye ku ji Sûriyeyê vergeriyaye û wê li Fransayê ji ber sûcên qirkirinê yê li dijî civaka Êzidî were darizandin.
Sonia bi vê biryarê ji bilî sûcên dijmirovî yên hatine tomarkirin, wê ji ber sûcên qirkirinê û terorîzmê li Dadgeha Cezaya Giran bê darizandin.
Sonia Mejri beriya ku 2014’an, Fransayê biterikîne û tevlî DAÎŞ’ê bibe, li Fransayê kafîtîriya wê hebû.
Li wir bi Ebdelnasir Bin Yûsif ê Fransî-Cezayirî ye û wekî endamekî sereke yê şaneya operasyonên DAÎŞ’ê dihat dîtin re zewicî.
Ebdelnasir Bin Yûsif ê ji ber fermana êrişa 2015’an a li dijî dêrek li Villejuif a li Parîsê hate kirin, bi sûcên qirkirin, dijmirovî û terorîzmê hate darizandin.
Jina Êzîdî ya ku niha 26 salî ye, şeş salan ji aliyê Benyoucef û çeteyan ve hate revandin, hate biçûkxistin û destdirêjî wê kirin.



