Himwextî dan û sitendinên ji bo agirbesta li Xezayê tê kirin li kêlaka wê jî şer didome. Hate ragihandin ku di êrişeke hewayî ya artêşa Israîlê li ser Xezayê de herî kêm 20 kes hatin kuştin.
Rêxistina Parastina Sivîl a Xezayê ragihand ku duh di nîvê şevê de Artêşa Israîlê êrişên hewayî pêk anîn.
Di encamê de 20 kes hatin kuştin ku 6 ji wan zarok bûn.
Li gorî Rêxistina Parastina Sivîl, şeva Sêşemê di êrişên Îsraîlê de 20 kes hatin kuştin.
Hate ragihandin ku li kampa penaberan a El Şatî de di êrişê de 10 kes hatin kuştin ku 6 ji wan zarok bûn.
Li gorî agahiyan êrişa duyemîn jî li El Mawasî ya li nêzê Xan Yûnisê pêk hat.



