Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan eşkere kir ku ew ê 11’ê Tîrmehê ji bo marasima gerîla ya çekberdanê li Silêmaniyê bin û xwest hemû partiyên siyasî di pêvajoyê de bi berpirsyariyê rabin.
Ayşegul Dogan eşkere kir ku wê hevserokên DEM Partiyê û nûnerên pêkhateyên din li Silêmaniyê beşdarî merasima gerîla ya çekdanînê bibin.
Berdevka DEM Partiyê diyar kir ku Tirkiye li ber qonaxeke dîrokî ye û da zanîn ev pêvajo berpirsyariyeke dîrokî dide ser milê herkesî û hemû partiyê siyasî.
Ayşegul Dogan got ku pirsgirêka Kurd û pirsgirêka demokrasiyê ya Tirkiyê, ya cîhanê û herêmê ye.
Berdevka Dem Partî destnîşan kir “Me bi salan anî ziman ku navnîşana çareseriya demokratîk, û aştiyê Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan bi dehan sale dixwaze çek bi temamî ji dewrê derkevin.”
Ayşegul bal kişande li ser girîngiya berfirehkirina qada siyaseta demokratîk û anî ziman ewlehiya vê pêvajoyê jî hiqûq e û xwest tavilê ev yek pêk were.



