Piştî banga dîrokî ya bi dîmen ya Rêber Apo, ji bo beşdarbûna merasima çekdanînê ya gerîla a li Silêmaniyê liv û tevgerê dest pê kiriye.
Tê diyarkirin wê merasim li ser bingeha banga Rêber Apo ya ku dibêje, “Ez ne ji hêza çekê, ji hêza siyasetê û aştiya civakî bawer dikim. Û ez bang li we dikim ku vê rêgezê derbasî pratîkê bikin” wê bê lidarxistin.
Di vê çarçoveyê de tê payîn ku bi pêşengiya DEM Partî, derdora 70 partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, tevgerên jinan, sendîka, baro, rêxistinên hiqûqê û komele; û dîsa hêjmareke zêde nivîskar, rewşenbîr, rojnamevan ji Amedê ber bi Silêmaniyê bi rê bikevin.
Dîsa tê diyarkirin wê gelek nûnerên ji gelên Ermen, Sûryan, Çerkez, Ereb, Laz û Azerî jî merasimê boşopînin.



