Li Eyn Îsayê li li nêzî baregeheke dewleta Tirk a li gundewarê Eyn Îsayê mayînek bi jineke ciwan de teqiya.
Di encamê de Nûf Elî Ferhan El Asî jiyana xwe ji dest da.
Çavkaniyek xwecihî ji gundewarên rojavayê Eyn Îsayê ragihand:
Li nêzî baregeheke dewleta Tirk a li gundê Tînê yê dagirkirî yê gundewarê Eyn Îsayê mayînek teqiya.
Di encamê de jina ciwan Nûf Elî Ferhan El Asî (18) jiyana xwe ji dest da.
Li gorî heman çavkaniyê, jina ciwan yekser jiyana xwe ji dest da û malbata wê dest bi veşartina cenazeyê wê kir.



