Piştî 26 salan Peyama bi dîmen a Rêber Apo li tevahî cîhanê deng veda.
Ev peyam ji aliyê gelek aliyan ve heate nirxandin û cihê xwedî wate û girîng girt.
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn di vê çarçoveyê de axivî.
Eren Keskîn bal kişand ser girîngiya peyama bi dîmen a Rêber Apo û anî ziman ku vê yekê asta heyî nîşan daye.
Peyama bi dîmen a Rêber Apo ku piştî 26 salan hate weşandin li nava raya giştî deng veda.
Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ji aliyê xwe ve peyama bi dîmen nirxand.
Eren Keskîn diyar kir ku ev peyama bi dîmen işaretê bi serdemeke girîng a meseleya Kurd dike.
Eren Keskîn balkişand ser tecrîda li ser Rêber Apo û eşkere kir ku tecrîd dema dawî hate şidandin û got:
Girtîgeheke welê ye ku ne diyar e bi ku ve girêdayî ye.
Girtîgeheke welê bû ku hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê jî lê derbas nedibû.
Eren Keskîn: Çareseriya aştiyan e gelekî hêja ye
Li gor wê Weşandina dîmenê kesekî bi vî rengî tecrîdkirî nîşan dide bê meseleya Kurd gihîştiye kîjan astê.
Bi dîtina min ev rewş nîşan dide ku muxatabiya Birêz Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd hatiye qebûlkirin.
Ji bilî vê yekê bêguman mirovan salên dûr û dirêj nedîtibûn, lewma bi bandor bûn.”
Eren Keskîn bal kişand ser şerê giran ê ku dewletê li Kurdistanê meşand û got:
“Çareseriyeke aştiyane gelekî hêja ye. Lewma gelekî girîng e ku çek bêdeng bibin û hevdîtin jinûve li ser aştiyê bêne kirin.”
Eren Keskîn: Dewlet jî neçar e ku gavan biavêje
Eren Keskîn ragihand ku divê demokratîkbûneke giştî pêk were.
Divê hemû gavên ku niha têne dîtin, ji aliyê tevgera Kurd ve hatine avêtin.
Dewlet neçar e ku ji aliyê qanûnê ve gavan biavêje.
Mînak, berdana girtiyên siyasî, berdana girtiyên nexweş, pêkanîna azadiya fikir û rêxistinbûnê; ev hîn bi cih nehatine anîn.”



