Di bin navê “Mekanîzmayên misogerkirina mafê beşdariya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sazkirina destûra Sûriyê de” panelek li bajarê Qamişloyê hate lidarxistin.
Komela Şawîşka ya Jinan û Rêxistina Roz a Piştgirî û Xurtkirinê panel li hola mala Şîn li taxa Xerbî ya Qamişloyê bi rêxistin kir.
Çalakvanên jin û nûnerên ji Rêxistina Civaka Sivîl beşdarî nîqaşên panelê bûn.
Gelek mijarên sereke di panelê de hatin şîrovekirin.
Destpêkê li ser dîroka pêşdeçûna beşdariya jina Sûriyê di karên siyasî de û çima beşdariya jinan di sazkirina destûrê de pêwîst e hate nîqaşkirin.
Her wiha beşdaran di derbarê mijarê tecrûbe û nêrînên xwe yên curbicur parve kirin.
Beşdarên panelê pêşniyar kirin ku jin di xebata siyasî de çalak bin
Piştî wê, beşdar weke kom bi kom hatin dabeşkirin û li ser “Nexşerêya ber bi beşdariya jinan a aktîv di destûrê de” nirxandinên xwe kirin.
Wek encam, beşdaran pêşniyar kir ku jin bi awayekî çalak tev li tevahî xebatên siyasî û destûrê bibin, rola wan di cihê biryardanê de were xurtkirin.
Her wiha hat pêşniyarkirin ku mafên jinan di Hevpeymana Civakî werin bicihkirin, rezervên li ser peymana CEDAWˊê werin rakirin û biryara 1325 were aktîvkirin û kotaya bi temsîliyeta li ser bingeha jêhatîbûnê were pejirandin.
Tê zanîn ku ev panel beşek ji destpêşxeriya “Dengvedana Dengê Te” ya bi armanca xurtkirina beşdariya jinên Sûrî di proseya destûrî ya bê de hate lidarxistin .



