Siyasetmetar û berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Îyad El Xetîb Sûriyê di dema Rejîma Baas de nirxand.
Îyad El Xetîb diyar kir ku cewhera krîza Sûriyê di teşeya pergala hakim a li ser bingehên navendiya mutleq e, ne di kesên bi rê ve dibe de ye.
Her wiha Îyad El Xetîb got: “Gelê Sûriyê xwedî maf e ku teşeyê rêvebirinê li gorî xwezaya xwe ya pirrengî diyar bike.”
Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Îyad El-Xetîb derbarê geşedanên dawî û pêşeroja Sûriyê de nirxandinên xwe anîn ziman.
Îyad El-Xetîb pêşî balkişand ser sîstema desthilatê ya navendî ya berê li Sûriyê û got ku rejîma Baas’ê salên dirêj Sûriyê bi rengekî navendî bi rê ve bir û hemû destûr û biryar di destê wê de bûn û wiha dewam kir:
Îyad El Xetîb: Ji ber siyasetê navendî ya berê îrade û rola gel paşguhkirî bû
Ev siyaseta navendîbûnê bûye sedema windakirina îrade û rola gelê Sûriyê di beşdariya siyasî û biryardanê de, çi di şer û aştiyê çi jî di siyasetên aborî, civakî û debara jiyanê de be.
Şerê li Sûriyê ji 2011 ji ber van siyasetên paşguhkirina gel û betalkirina rola wî di siyaseta welat de ye.
Desthilata hakim rûmeta vî gelî winda kir.
“Çareseriya krîza Sûriyê li gorî Partiya Sûriya Pêşerojê pir-rengî û nenavendî ye”
Îyad El-Xetîb di nava axaftina xwe de da zanîn ku çareseriya krîza Sûriyê, li gorî nêrîna Partiya Sûriya Pêşerojê ji dema damezrandina wê ya 2018’an ve, temsîla veguhastina ji “navendiya mutleq” ber bi “Sûriya pirrengî, demokratîk û nenavendî” ve dike.
Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Îyad El-Xetîb dawiya axaftina xwe de girîngî bi çareseriya sîstema nenavendî li Sûriyê kir û got:
“Nenavendî tê wateya bihêzkirina gel û civakên xwecihî di rêvebirina herêmên xwe û xêr û bêrên xwe yên aborî û avakirina pergalên xwe yên dozgerî, aborî û civakî de ye.
Li kêlek wê jî aktîvkirina rolên tevahî beşan ji komînan bigire heta bi tevlêkirina jinan û ciwanan piştî salên ji paşguhkirin û dûrxistinê, ye.
Ji nû ve vegerandina rola aktîv a gel di xêzkirina çarenûsa Sûriyê wê bandoreke erênî li derdora herêmê bi giştî bike û wê daxmaya dîrokî ya gelê Sûriyê di Rojhilata Navîn û cîhanê de vegerîne.



