Partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê li hemberî zext û hewldanên tepisandinê yên desthilata Îranê bi daxuyaniyeke hevpar nerazîbûn nîşan dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin, komara Îslamî ya Îranê dixwaze tola şerê xwe yê bi Îsraîlê re ji civakê hilîne.
Her wiha Partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê banga bilindkirina têkoşîna li hemberî zextên rêjîma Îranê kirin.
Ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 7 partiyên siyasî û rêxistinan belavokeke hevpar weşandin.
Di belavokê de partiyên siyasî û rêxistinan li ber zextên desthilata Îranê ya li hemberî girtiyên siyasî, muxalîf û civaka sivîl rabûn.
Her wiha daxuyaniyek hevpeş dan û diyar kirin ku piştî şerê 12 rojî yê navbera Îran û Îsraîlê û ragihandina agirbestê,
Pêlek nû û berfireh a zext tepisandinê bi rêya girtin, çavsorî, dadgehiyên neadîlane û îdamên bi lez li Kurdistanê û deverên din ên Îranê ji aliyê Komara Îslamî ve destpê kiriye.
Partiyên Siyasî û rêxistinan dan zanîn ku dezgehên ewlehiyê yên rejîmê bi rêya tometên nerewa, çêkirina dosyayên sexte û darizandina girtiyên siyasî, rewşek metirsîdar ji bo girtiyên siyasî afirandine.
”Komara Îslamî ya Îranê dixwaze tola şerê xwe yê bi Îsraîlê re ji civakê hilîne”
Di dawama daxuyaniyê de hate gotin:
Komara Îslamî ya Îranê her gava di şerekî yan pirsekî navdewletî de tûşî şikestê hatibe, heyf û tola xwe ji tevgera mafxwaziya xelkê di hundurê welêt de standiye.
Niha jî dixwaze tola xwe di şerê Îsraîlê de ji civaka sivîl, tevgera mafxwaziya gelên Îranê û girtiên bêberevan bistîne.
Em daxwaz ji raportorê taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo karûbarên mirovî li Îranê dikin ku van zextên li ser civakê û girtiyan rawestînin.
”Divê saziyên navneteweyî û civaka azadîxwaz dijî zextan dengê xwe bilind bikin”
Di dawiyê de partiyên siyasî û rêxistinan wiha anîn ziman:
Em bang li partî û rêxistinên siyasî yên Îranê, saziyan, Îraniyên azadîxwaz û Kurdên diyasporayê dikin ku bi hevdengî, çalakî û aksiyon û civînên xwe, dengê nerazîbûn û bêzariya xwe li dijî vê siyaseta tepeserkar bilind bikin.
Bêguman hesta hevsozî û piştgiriya ji bo girtiyên siyasî di nav civatên xelkê Îranê de pir bi hêz û xurt e û ev nerazîbûna giştî û tevalî ya cîhanî wê ji bo tevgerek seranserî û Kurdistanî li paşerojê de xweş û geş bike.



