Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê 8 bikarhênerên madeyên hişbir destgîr kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Dêra Zorê 7’ê Tîrmehê, 8 bikarhênerên madeyên hişbir hatine destgîrkirin.
Di daxuyaniyêde hate gotin: “Daîreya li dijî Madeyên Hişbir 8 bikarhênerên madeyên hişbir li parêzgeha Dêrazorê di dema kemîn û operasyonên ewlehiyê de girtin. Mîqdarek heb û madeyên hişber ên ku ji bo bikaranînê hatibûn amadekirin, di destê wan de hatin desteserkirin. Daîre berî ku gumanbaran bişîne dadgehê, lêpirsînên xwe temam dike.”
Di dewama daxuyaniyê de ev bang jî hate kirin: “Em bang li welatiyan dikin ku bi hevkariyê û ragihandina her çalakiyeke gumanbar berpirsiyariyên xwe yên neteweyî bi cih bînin. Bi hev re, em dikarin civakeke ewle ava bikin.”



