Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyeyê bersiva daxuyaniyên nûnerê DYA’yê yê Sûriyeyê da û wek “Neheqiyeke li hemberî hevkarê wê yê sereke yê têkoşîna li dijî terorê” nirxand.
Balyozê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê Tirkiyeyê û nûnerê taybet ê DYA’yê yê Sûriyeyê Thomas Barrack gotibû hikumeta veguhêz a Sûriyeyê “coşeke bêhempa” nîşan daye ku QSD tev li saziyên dewleta Sûriyeyê ya di çarçoveya “yek dewlet, yek netewe, yek artêş, yek hikumet” de bibe.
Barrack îdia kir ku performansa QSD’ê ya bersivdan, dan û standin û pêşveçûnê hêdî diçe. Her wiha gotibû tenê rêyek heye, ew jî ber bi Şamê ve diçe.
Barrack bal kişand ser helwesta DYA’yê ya der barê pirsgirêka Kurd de jî û ev tişt got: “Daxuyaniyên wezîrê berê yê karên derve yê DYA’yê Marco Rubio yên li ser xweserî û serweriyê bi tu awayî nayên wateya Kurdistaneke serbixwe.”
Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyeyê (PDK.S) der barê daxuyaniya Barrack de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin; PDK.S bi fikareke mezin ev daxuyanî şopand û hate gotin: “Ev daxuyanî Ew rastiya Sûriyeyê bi hemû aloziyên wê nîşan nade û hewlên aştiyê yên ku aliyên nîştimanî dixwazin pêk bînin tehdît dike.”
PDK.S’ê da zanîn ku “daxuyaniyên Barrack xizmeta aştiya giştî nake, neheqiyek li hemberî hevkarê wê yê sereke yê li dijî terorê ye, di heman demê de binpêkirina rayeyan e.”



