Merasima dîrokî ya gerîla di çapemeniya cîhanê de bû rojeva serkee û cîhekî girîng girt.
Gelek dezgehên navdar ev merasima gerîla weke gaveke mezin ya ku wê bandorê li Tirkiyê û Rojhilata Navîn bike, nirxandin.
Merasîma Koma Aştî û Civaka Demokratîk ya gerîla a dîrokî ya şewitandina çekan bû rojeva sereke ya çepemeniya cîhanê.
Ajans û rojnameyên navdar yên cîhanê ev mijar weke rojeveke sereke ragihandin.
Reuters’ê, şewitandina çekan a gerîla weke “gavekî sembolîk lê girîng” nirxand.
Ajansê cih da axaftina rayedarekî hikûmeta Tirkiyeyê ku dibêje: “Gavên ji vir û şûnde ku bên avêtin ji bo ku endamên PKK’ê ji hêla yasayî ve tev li civaka Tirkiyeyê bibin.
BBC’yê jî bi sernavê “PKK, di rêya bidawîkirina pevçûnên li Tirkiyeyê de gavekî mezin avêt û çek şewitand” parve kir. Di nûçeyê de hûrgiliyên merasîmê û pêvajoya piştî banga Abdullah Ocalan dest pê kirî jî hatin dayîn.
Her wiha ragihand ku bandora biryara PKK’ê ne tenê li Tirkiyeyê, wê li Iraq, Sûriye û Îranê jî bê hîskirin.
ABC Newsê jî cih da gotina Rêber Ocalan a “Ne çek lê ez ji hêza siyaset û aştiya civakî bawerim” ku di peyama bidîmen de cih girtibû.
NBC Newsê jî nûçeya xwe bi gotina “Merasîm, ji bo bidawîkirina serhildana bi dehan salane ku li dijî Tirkiyeyê tê domandin sembolîk e lê gavekî girîng e” da.
DW’ê jî di nûçeya xwe de cih da biryara fesixkirinê ya PKK’ê û sedemên avabûna wê.
Al-Monitorê jî nûçe bi sernavê “Şervanên Kurd di merasîmeke girîng de çekên xwe îmha kir” ragihand.
Di nûçeyê de hate gotin: “Merasîm, nîşaneya qonaxa derbasbûna serhildana çekdarî ya Partiya Karkeran a Kurdistanê (PKK) ya siyaseta demokratîk.”



