Dewlet Bahçelî têkildarî daxuyaniya koma gerîla û şewitandina çekan daxuyanî û got, “Rêberê Damezrîner yê PKK’ê soza xwe bi cih anî û gefên herêmî û cîhanê di dema wê de dît.”
Serokê Partiya Tevgera Neteweperest-MHP’ê Dewleta Bahçelî diyar kir tevî vê pêngavê DEM Partî jî bi awayekî berpirsyar tevgeriya û got,
“Kesên hewl didan provakasyonan pêk bînin, li hember rewşa aştî û aramiyê a ku pêş dikeve têk çûn. Ji îro pê de wê rêxistin bi rengê koman çekên xwe deyne û ji bo bidawîbûna demeke tarî pêşketinên dîrokî hatin jiyîn.
Bi rastî jî, ji bo Tirkiyê û Rojhilata Navîn rojên girîng tên jiyîn. Ev pêşketinên erênî û mîladî ne ku dilê herkesî rihet kirin.



