Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk têkildarî merasimê diyarkir ku qonaxa krtîkî hate derbaskirin û da zanîn xebatên berfireh dewam dikin.
Omer Çelîk têkildarî merasima gerîla ya çek şewatindinê daxuyanî da û diyar kir ku hevdîtinên DEM Partî yên li gel partiyên din ji bo pêvajo bighêje armanca xwe tevkariyeke mezin dike.
Her wiha da zanîn bi ketina dewrê ya meclisê re wê tevkariya hemû partiyên siyasî şênber bibe.
Çelîk destnîşankir bi fermana Erdogan di hemû qadên dewletê de xebatên berfireh dewam dikin û lê negot ev xebat çine.
Anî ziman ku qonaxa krîtîk hatiye derbas kirin û diyar kir pêvajoya fesix û şewitandina çekan divê di demeke kurt de bi dawî bibe û got, “Ji bo ev pêvajo bighêje armanca xwe em li dijî hemû provakasyonan di nava tevgerê de ne.”



