Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvanî têkildarî merasima çek şewitandinê ya gerîlayan diyar kir ev gav wê pêvajoyê derbasî qonaxeke nû bike û got, “Ji bo hêsankirnê, em amade ne her cure alîkariyê bidin.”
Nêçîrvan Barzanî derbarê merasima gerîlayan ya çek şewitandinê daxuyanî da û diyar kir ev gav ji bo serketina pêvajoya aştiyê gaveke girîng e.
Barzanî da zanîn ev yek wê gavên pratîk ên ku wê pêvajoyê bi pêş de bibe jî li pey werin avêtin.
Her wiha Nêçîrvan Barzanî spasiya Rêber Apo, Erdogan û Bahçelî kir û da zanîn wê serketina aştî bi herkesî bide qezenckirin û xizmeta hemû herêmê bike.



