Serokê Partiya Gel ya Komarê-CHP’ê Ozgur Ozel jî derbarê merasima gerîla de diyar kir divê divê pêvajo li Meclisê bi gavên lez û bibiryar bê birêvebirin.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel li ser merasîma şewitandina çekan daxuyanî da û diyar kir aştiyeke tam, bi pêkanîna edalet û demokrasiyê pêkan e.
Ozel anî ziman ew piştgiriya aştiyê dikin û got,
“Hêvîdarin ku ev gav bibe destpêka serdema bi temamî bêdengbûna çekan. Divê ev pêvajo di bin sîwana Meclisê de, bi lihevkirina civakî were meşandin û bi gavên lez û bibiryar were birêvebirin.”



