Serokê Meclisa Tirkiyê Nûman Kûrtûlmûş derbarê merasima çek şewitandinê ya gerîlayan de diyar kir xebatên wan ên ji bo avakirina komîsyona li Meclisê ber dawîbûnê ye.
Serokê Meclisa Tirkiyê têkildarî merasima çek şewitandinê ya koma gerîla axivî û eşkere kir pêvajo wekî hatiye plankirin û bi niyeteke baş pêş dikeve.
Kurtulmuş, têkildarî komîsyona ku wê li Meclisê were avakirin jî diyar kir xebatên ji bo komîsyonê êdî ber bi dawiyê ve ye û got,
“Pêvajo, ji hêla Meclisê ve ji nêz ve tê şopandin. Em ê tespît bikin bê ka ji ewil dê kîjan mijar bên destgirtin. Yek ji meseleya esasî ya komîsyonê, berdana çekan û şopandina pêvajoya fesixkirinê ye. Ez bang li her kesî dikim ku piştgiriyê bidin pêvajoyê.”



