Serokê Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê-YNK’ê Bafil Talabanî merasima gerîla weke dîrokî bi nav kir û diyar kir ji bo aştiyê gaveke girîng e.
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî derbarê merasima gerîla ya dîrokî de daxuyanî da eşkere kir ev bîryara gerîla ji bo destpêkirina qonaxeke nû ya li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ya aştiyê gaveke dîrokî ye.
Talabanî dibêje, “Em di wê baweriyê de me ku xwînrijandin aloziyê kûrtir dike. Niha serdema bêdengkirina çekane û ji bo bidestxistina mafê rewa yên hemû aliyan çûniya ser maseya danûstandinê ye .”
Talabanî diyar kir ku wê hewldanên wan ji bo serxistina pêngava aştiyê bidome û anî ziman ev pêngav wê bibe destpêkirina qonaxeke nû ya asayîkirina têkiliyên navbera aliyan û wê bandorê Ii ser aramiya herêma Kurdistanê bike.”



