Serokomarê Trikiyê Erdogan derbarê pêvajoya aştî û civaka demokratîk de diyar kir ew ê komîsyonê ava bikin û pêdiviyên pêvajoyê biaxivin.
Her wiha derbarê çek şewitandina gerîlayan de jî got, “Li Tirkiyê rûpeleke nû ya dîrokî hate vekirin.”
Piştî ku Koma Aştî û Civaka Demokratîk ya gerîla li ser banga Rêber Apo û ji bo pêşlêvekirina pêvajoyê duh bi merasimekê çekên xwe şewitand, Erdogan îro li Enqerê di civîneke partiya xwe de axivî.
Erdogan diyar kir ew ê li meclisê komîsyonê ava bikin û pêdiviyên qanûnî yên pêvajoyê biaxivin.
Erdogan dibêje,
“AKP, MHP Û DEM Partî me bîryar da ku em bi hevre di vê rêyê de bimeşin. Derdê me heye û emê dest bidin hev û astengiyan derbas bikin.
Rêxistinê bîryara ku girt duh bi merasimekê derbasî pratîkê kir. Li Tirkiyê rûpeleke nû ya dîrokî hate vekirin.
Em ê niha rûnên biaxivin, ne bi çekê, em li rûyê hev biaxivin.
Her wiha têkildarî Rojava û Başûrê Kurdistanê de jî got, “Pirsgirêka birayên me yên Kurd ên li Iraq û Sûriyê jî pirsgirêka me ye, em bi wan re jî li ser vê pêvajoyê danûstandinan dikin, ew jî gelek kêfxweş in.”



