Artêşa Lubnanê 56 penaberên Sûriyê girtin.
Sedema girtinê, nebûna belgeyên wan ên fermî û qanûnî ye.
Artêşa Libnanê eşekre kir bi wan Sûriyeyiyan re belgeyên îsbatkirinê yên qanûnî tune bûn.
Artêşa Libnanê da zanîn ku yekîneyên girêdayî wê bi piştgiriya dewriyeyên gerînendetiya îstîxbaratê bi ser kampên penaberên Sûriyeyê li Unfe, Beşmezîn û Amyon ên bajarê Kura de girtin û 31 kes girtin.
Li ser rêbenda El Medfon ê bajarê Betronê 18 Sûriyeyî hatin girtin.
Artêşê destnîşan kir ku dewriyek îstîxbaratê 7 Sûrî li herêma Dora yê bajarê El Metin girtine.
Her wekî destnîşan kir ku ew kes di bin çavdêriya dozgeriya taybet de ne û lêpirsîn hatine destpêkirin.



