Tevî agirbest û pêngavên dîrokî yên Rêber Apo û Gerîlayên Azadiyê jî, êrişên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin.
Endamê Rêxistina CPT ya Emerîkî Kameran Osman derbarê êrişên artêşa Tirk yên ser Herêma Kurdistanê, agahî parve kirin da zanîn ku tevî pêngava dîrokî ya gerîlayan, danê siharê artêşa Tirk 5 caran Geliyê Mêwîn û Qeço yên ser bi sînorê Amêdiyê topbaran kiriye.
Doh 30 Gerîlayên Azadiyê di çarçoveya banga dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo de, bi merasîmekê çekên xwe rûxandin.



