Şahidên Merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê Elîf Bulut û Berdevka Demê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Pelîn Kahîlogûllari ,vê gavê erênî nirxandin.
Jinên siyasetmedar diyar kirin ku pêvajoya heyî, nîşaneya têkoşîn û vîna gelê Kurd e.
Di 11’ê Tîrmehê de piştî banga Rêber Abdullah Ocalan Koma Aştî û Civaka Demokratîk li Silêmaniyê bi merasîmeke çekên xwe îmha kirin.
Şahidên wê gava dîrokî Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê Elîf Bulut û Berdevka Demê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Pelîn Kahîlogûllari, axivîn.
Elîf Bulut: Li ser rûyê endamên Koma Aştî û Civaka Demokratîk serbilindî hebû
Elîf Bulut li ser kêliyên hatina 30 endamên Koma Aştî û Civaka Demokratîk a qada merasîmê got:
“30 kes hatin, barên xwe hiştin û çûn lê ew barê wan wê veguhere rêbaza têkoşîna demokratîk.
Ev ne tenê îmhakirina çekan bû, awayê îfadeyê ya di daxuyaniyê de û sekna 30 kesan pir zelal bû.
Di rûyê wan de serbilindî hebû.”
Elîf Bulut: Divê hikûmeta Tirkiyê bêbaweriyê ji holê rake
Elîf Bulut da zanîn ku Koma Aştî û Civaka Demokratîk gaveke girîng avêtiye û pêvajoyê derbasî qonaxeke nû kirin û wiha bi lêv kir:
“Ji destpêka pêvajoyê ve daxwaza giştî ew bû ku; PKK çekan deyne.
PKK’ê gavek avêt û her dem diyar dikin ku di vê gavê de bi biryar in.
Lê ji ber ku dewletê gavekî neavêt, li dijî dewletê bêbaweriyek heye.
Divê hikûmet vê bêbaweriyê ji holê rake.
Gel baweriya xwe bi vê pêvajoyê tîne lê fikar jî hene, ji holêrakirina van fikaran girêdayî hikûmetê ye.”
Pelîn Kahînogûllari: Di merasîmê de têkoşîna gelê Kurd derket holê
Her wiha Pelîn Kahînogûllari jî bal kişand ser têkoşîna Kurdan a ji bo welatekî demokratîk û got:
“Merasîma îmhakirina çekan ya PKK’ê biryardariya têkoşîna ji bo civaka demokratîk nîşan da.
Sekn û meşa hevalan a ji kêliya destpêkê heta dawî, nîşaneya têkoşîna heta roja me ya îro bû.
Di merasîmê de têkoşîn, vîn û biryardariya salên dirêj a gelê Kurd derket holê.”
Pelîn Kahînogûllari: Têkoşîna gelê Kurd wê rê li ber têkoşîna demokrasî ya li Tirkiyê veke
Di dawiyê de Pelîn Kahînogûllari da zanîn ku heta temambûn û serkeftina pêvajoyê ew ê bibin perçeyek ji vê têkoşîna hevpar û wiha domand:
“Yek ji aliyên diyarker ên vê pêvajoyê jî aliyê civakî yê pêvajoyê ye.
Pêvajoya ku guherînên hiqûqî û qanûnî diyar dike, di zemîna civakî de li gel hatina gelan û qezenckirina mafê jiyana welatiyên wekhev e.
Di vê pêvajoyê de li rojavayê Tirkiyê jî behsa demokrasiyek ne mimkun e.
Têkoşîna Kurd wê pêşiya têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyê jî vebike.
Hatina gel hev a gelan û têkoşîna hevpar a gelan wê bibe temînata bingehîn a vê pêvajoyê.”



