Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan di êrişek ya Îsraîlê de birîndar bûye.
Ajansa nûçeyan ya Fars a Îranê ragihand ku di 15’ê Hezîranê de Îsraîl civînek a Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê hedef girt.
Ajansa Fars da zanîn ku Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan, hejmarek rayedarên din ên hikûmet û leşkerî yên Îranê di wê civînê de bûn.
Li gorî ajansê Serok-komarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan di wê êrîşê de birîndar bû û ev êriş bi 6 mûşekan pêk hat.
Her wiha deriyê ketin û derketina avahiyê hatin hedefgirtin da ku valehiyên hewayê bêne girtin û rayedarên di hundir de bifetisin.
Ajansa nûçeyan a Fars diyar kir ku rayedarên ku beşdarî civînê bûn bi rêya korîdorek ku di avahiyê de hatibû amadekirin birevin, lê Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan ji lingê xwe birîndar bû.



