Komîteya Jinan a Şaredariya Gel a Dirbêsiyê bi armanca pêşxistina cihên giştî û başkirina xizmetguzariyê, baxçeya bi navê ‘’Şehîd Osman Sebrî‘’ji bo malbatan vekir.
Komîteya Jinan a Şaredariya Gel a bajarê Dirbêsiyê yê Kantona Cizîrê, di çarçoveya hewildanên xwe yên ji bo başkirina xizmetguzariyê de, li Kolana El Berîd a navenda bajêr, baxçeyeke taybet ji bo malbatan vekir û navê nivîskarê Kurd Osman Sebrî lê kir.
Merasîma vekirinê bi beşdarbûna xelkên bajêr, endamên saziyên sivîl, encumen û hêzên ewlekariya giştî pêk hat.
Piştî ku merasîm bi deqeyeke bêdeng ji bo rihê şehîdan dest pê kir, deriyê baxçê bi destê dayikên şehîdan hate vekirin.
Her wiha di nava merasîma vekirinê de stranên gelêrî û şoreşgerî hatin gotin û xelkên bajar jî dîlan li ber digerandin.



