Komeke nû ya koçberên li kampa El Erîşa, ji kampê derketin û çûn deverên xwe yên li herêmên Dêrazorê.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hevkariya rêveberiya Kampa El Erîşa û Komîseriya Bilind ê Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) komeke nû ya koçberan ji kampê ber bi gundewarê Dêrazorê ve bi rê kir.
Koma nû ku ya 12`mîn e, ji 57 malabatan (284 kesan) pêk tê û di çarçoveya bernameya vegera bi dilxwazî de ji kampê hatin derxistin.
Rêveberiya kampê diyar kir ku xebatên derxistina malbatan ji kampê bi awayekî rêkûpêk pêk hat û ji bo ku malbat bi awayekî ewle bighêjin deverên xwe tîmên pispor hatine erkdarkirin.
Ev xebat di çarçoveya bernameya hêsankirina vegera koçberan de pêk hat.
Li kampa El Erîşa bi sedan malbatên koçber dijîn.



