Du kes bi sûcên kolandina deverên şûnwarî yên Reqayê hatin destgîrkirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku du kes bi sûcên kolandina deverên şûnwarî hatine destgîrkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Dezgeha Têkoşîna Dijî Sûcan a Kantona Reqayê roja Pêncşemê (10 Tîrmeh) du kes bi sûcên kolandina deverên şûnwarî yên li herêma Kisratê destgîr kirin.
Di daxuyniyê hate gotin “Di lêpirînê de, her kesan li xwe mikur hatin ku wan alaveke vedîtina şûnwaran ji bajarê Minbicê anîne û li beramberî bikaranîna vê alavê mehane 500 dolar kirê didin.”
Li gorî daxuyaniyê, her ku kes sewqî dozgeriya giştî hatin kirin da ku der barê wan de ceza were dayîn.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin “Destdirêjiya li mîraseya şaristanî û çandî sûc e ku bi qanûnê tê cezakirin. Li seranserî herêmên kantonê têkoşîna me ya li dijî van kiryaran dewam dike.”



