Rêvebera Meclîsa Jinên Sûriyê Meryem El-Heyanî axivî. Meryem El-Heyanî destnîşan kir ku ew hewil didin ofîsên xwe yên taybet û çalakiyên xwe li hemû deverên Sûriyê zêde bikin.Bi vê re jî dixwazin jinan bighînin cihên biryardayînê da ku Sûriyek demokratîk, pirrengî û nenavendî ava bikin.
Meclîsa Jinên Sûriyê ji hewldanên xwe yên ji bo destekdayîn û parastina jinan venegare.
Ev jî bi riya rêxstinkirina semîner, komxebat û kampanyayên hişiyarkirinê pêk tên.
Rêvebera Meclîsa Jinên Sûriyeyê Meryem El-Heyanî derbarê xebatên Meclisê axivî û ev agahî da:
Bi saya xebatên ku me kirine, me karî xwe bigihînin hejmareke mezin ji kesayetên jin ên ku hevgirtina xwe bi xebata meclisa me re diyar kirine.
Karê Meclîsê bi riya lidarxistina çar civînên diyalogê li paytexta Şamê û civînên li ciyên wek Idlib, Efrîn û Ezaz, berfirehtir bû.
Armanc ew e ku Meclîs karibe, jinan li seranserê Sûriyê bihêz bike.
“Em hewl didin ofîsên taybet li hemû deverên Sûriyê zêde bikin”
Meryem El-Heyanî bal kişand ser proje û planên Meclîsê yên di pêşerojê de û got:
Meclis ji rêxistin, sendîkayên jinan, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl pêk tê.
Em hewl dide ku ofîsên xwe yên taybet û çalakiyên xwe li hemû deverên Sûriyê zêde bike.
Em niha hewl didin jinan bighînin cihên biryardayînê da ku Sûriyek demokratîk, pirrengî û nenavendî ava bikin.
Tevî astengî û kêşeyan hin kesayetên jin dengê Meclisê gihandin hemû jinên Sûriyê.
Niha Meclîs bi hemû aliyên peywendîdar re hevahengiyê dike da ku civîn û rûniştinên diyalogê li dar bixe.
Meryem El-Heyanî di dawiyê de bang li hemû jinan kir ku berê xwe bidin Meclisa Jinên Sûriyê da ku mafên xwe yên aborî, civakî û siyasî mîsoger bikin.



