Tîmên agirkujiyê piraniya agirên li daristanên ku berî 10 rojan li perava Sûriyê derketibûn, kontrol kirin.
Niha ji bo ku agir dîse vênekeve xebatên sarkirin û çavdêriyê dewam dikin.
Li gorî raporên NY, agir di destpêka Tîrmehê de ji ber germahiya zêde derket û zêdetirî 100 km-çargoşe daristan û erdên çandiniyê yên li perava Sûriyê wêran kir.
Erdnîgariya herêmê ya asê, hebûna mayînan û bermahiyên şer hewldanên vemirandinê asteng dikirin.
Tîmên agirkujiyê yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha tîmên ji Urdun, Iraq û Tirkiyê beşdarî hewldanên vemirandina agir bûn.
Tîmên agirkujiyê niha rêyên nû di nav daristanan de çêdikin da ku tevgera tîmên agirkujiyê hêsan bikin û eger agirike nû derket nehêlin belav bibe.



