Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê ji bo gerîlaya şehîd Dunya Dicle merasîmek bîranînê li dar xist.
Merasîm li bajarê Rimêlanê tevî şêniyên Girkê Lege, Dêrik, Cîl Axa, koçberên Efrînî û endamên rêxistinên civaka sivîl pêk hat.
Beşdaran piştrast kirin ku fedakariya şehîdan ronahiya rêya azadiyê ye, soz dan ku ew ê erkê xwe bi cih bînin û civakek ku hêjayî fedakariya wan be, ava bikin.
Şervana HPG’ê Sozdar Hasan bi nasnav Dunya Dicle, 26’ê Mijdara 2024’an li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.



