Li taxa Miqewes a Siwêdayê di navbera komên çekdar ên eşîran de pevçûn derket.
Di encamê de kesek hat kuştin û 15 jî birîndar bûn, ji wan jinek û zarokek heye.
Çavkaniyên xwecih dan zanîn ku li taxa Miqewes a bajarê Siwêdayê di navbera komên çekdar ên eşîran de pevçûn derketiye.
Heta niha sedema şer diyar nebûye.
Çavkaniyan aşkera kir ku di encamê de malek bi temamî şewitiye ku ji ber guleberana dijwar erebeyên agirkujiyê nekariye bigihêje mala dişewitî.
Girêdayî wê, çavkaniyan da zanîn ku 15 kes birîndar bûye, rewşa hinekan ji wan giran e.
Agahî hene ku kuştî jî hene, lê hîn nehatine teqezkirin.
Derbarê pevçûnan de, tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.



