Reveberiya Xweser derbarê civîna dawî ya di navbera şandeya wê û Hikûmeta Sûriyê a veguhêz daxuyaniyek weşand.
Rêveberiyê diyar kir ku ew daxwaza avakirina Sûryeke nû nenavendî dikin ku mafê hemû Sûriyan tê de bihewîne.
Rêveberiyê di serî de spasiya rola amerîka û Fransa kir û ev gav bi gaveke dîrokî di diyaloga Sûrî-Sûrî pênase kir.
Rêveberiyê da zanîn ku ew pabendî armancên şoreşên 15’ê Adarê û 19’ê Tîrmehê ne, ku banga demokrasî, edalet û azadiyê dikin.
Rêveberiya Xweser da zanîn ku daxwazên wan cewhera sedemên ku ji ber wê sûriyeyî 2011’an serî hilda
Her wiha tekez kir ku beşdarbûn di pêvajoya siyasî de hilbijartina wan ya stratejîk e.
Rêveberiyê desnîşan kir ku ew ê ji bo misogerkirina serkeftina pêvajoya danûstandinan bi hemû hêza xwe bixebiti û got,
Li rex vê, em amade ne ku tevlî saziyên dewletê li ser esasê demokratîk û beşdarbûna nivîsandina destûrek nû bibin ku daxwazên hemû Sûriyan nîşan dide.”
Rêveberiyê bang li hemû aliyan kir ku berpirsiyariya neteweyî nîşan bidin, gotinên nefretê û tundûtûjiyê red bikin û li hember hemû hewldanên ku welat ber bi şerên hundrîn yên wêranker ve dibin, bisekinin.



