Li Şerîda Xezayê ti agirbest û lihevkirin an jî bertekên li dijî êrişan pêşiya êrişên Îsraîlê nabin asteng.
Rojane êriş didomin, ku rojane bîlanço ragihandin.
Ji destpêka 7’ê Cotmehê ve hejmara miriyan gihiştiye 58 hezar kesan.
Êrişên li ser Şerîda Xezayê bê navber didome.
Artêşa Îsraîlê nêzî xalekî belavkirina avê êriş pêk anî.
Di vê êrişê de hejmarek zêde zarok mirin.
Artêşê vê yekê weke qeza bi nav kir ku pirsgirêkeke teknîkî bûye sedem.
Li gorî rayedarên tenduristiyê di êrişên dawî de herî kêm 32 kes mirine.
Rayedarên nexweşxaneya El-Ewda jî ragihand ku piştî êrişa li xalekî avê cenazeyê 10 kesan dîtine.
Her wiha hat ragihandin hejmarek welatî dema dimeşiyan ji hêla artêşê ve li dijî wan êriş pêk hatiye û 11 kes miriye û 30 kes jî birîndar bûye.
Rayedarên nexweşxaneya el-Eqsayê dibêjin Îsraîl li bajarokê Zavaîda serdegirtina malan kiriye û 9 kes hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê jî da xuyakirin agahiya wan ji serdegirtina malan nebû.
Lê ew tesîsên depoyên çekan, rampayên moşekan û baregehên sekvanan zêdetirî 150 hedefan xistine.
Her wiha li gorî çavkaniyan di bombebarana herêma Saftavî ya bakurê Xezayê de jî 5 kes hatine kuştin.
Li rojhilatê bajêr ê taxa Tuffah jî komekî filîstînî hatiye armanckirin û li wir jî 2 kes miriye û hejmarek jî birîndar bûye.
Li herêma Şakuş a rojavayê Refahê kesên li benda alîkariya xwarinê bûn, artêşa Îsraîlê gule li ser wan baran û 2 kes hatin kuştin.
Konekî li herêma Mawassî ya rojavayê Xan Yûnisê, ji aliyê droneke artêşa Îsraîlê ve hate hedefgirtin.
Di êrîşê de kesek hate kuştin û çend kes jî birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê taxa Tel el-Hawa ya li başûrê rojavayê bajarê Xezayê bombebaran kir û di encamê de 3 kes hatin kuştin.
Di êrîşeke din de li nêzîkî herêma Şêx Beşîr a taxa Şucaiye li rojhilatê bajêr, kesek hatiye kuştin.
Hejmara miriyan li Xezayê gihişt 58 hezar kesan
Li aliyê din jî ji ber êrişên rojane li Xezayê bîlanço jî giran dibe.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ji Cotmeha 2023’yan ve hejmara miriyan gihişt 58 hezar û 26 kesan.
Her wiha tê ragihandin ku hîna bi hezaran kes di bin qawilan de ne.
Lêkolînên zanistî yên serbixwe diyar dikin ku hejmara fermî rastiyê eşkere nake û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane dibe ku 100 hezarî derbas kiribe.



