Serokê Filistînê Mehmûd Ebas bang li Hemasê kir ku çekên xwe radestî rêveberiya Filistinê bike û beşdarî xebatên siyasî bibe.
Li gorî Ajansa Nûçeyan ya Filistinê Mehmûd Ebas bi serokwezîrê berê yê Îngilistanê Tony Blair û şandeya pê re hevdîtin kir.
Li gorî nûçeyê, di hevdîtinê de Ebas diyar kiriye, çareserî ew e ku Îsraîl bi temamî ji Xezayê vekişe û Filistîn bi piştgiriya hêzên navnetewî û Erebî berpirsyariya Xezayê bigire ser xwe.
Her wiha Ebas ragihand ku wê piştî vê Hamas êdî Xezayê bi rêve nebe, divê çekên xwe radestî rêveberiya Filistînê bike û li gorî bernameya siyasî ya Rêxistina Rizgariya Filistînê, beşdarî xebatên siyasî bibe.
Her wiha di hevdîtina Ebas û Blair de pêkanîna agirbestê, berdana kesên dîlgirtî, û alîkariyên mirovî jî hate niqaşkirin.



