Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn.
Bîranîn li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Mexmûrê pêk hat.
Piştî deqeyek rêzgirtin, Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan Mûrad Encû axivî.
Mûrad şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê bi bîr anî û got:
“Gelek pêşengên gelê Kurd avêtin zindanan, lê bi ruhê PKK’ê hovîtîtiya dijmin hat şikandin.
Em dubare wan hevalan bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.”
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.



