Bi boneya 14’ê Tîrmeha 1982’an ya berxwedana Rojiya Mirinê û Alî Haydar Kaydar Kaytan yê ku di 3’yê Tîrmeha 2018’an şehîd bû, merasîmek bîranîne li bajarê Lîmasol ê Qibrisê hat lidarxistin.
Merasîm li Navenda Çanda Kurd a Thefilos hate lidarxistin, û bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên 14’ê tîrmehê û hemû şehîdên Kurdistanê hat destpêkirin.
Di destpêkê de Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat axivî û bal kişand ser girîngiya dîrokî ya berxwedana 14’ê Tîrmehê.
Piştre fîlmek li ser berxwedana rojiya mirinê, hate temaşekirin.



