Şêx Hikmet El Hicrî şerê li Siwêdayê red kir û ragihand ku daxuyaniya Serokatiya Ruhanî ya Durzî di bin zextekê de hat dayîn.
Di axaftineke bidîmen de serokê Ruhanî yê Civaka Muslimanên Miwehidîn (Durzî) ji xelkê Siwêdayê re diyar kir ku daxuyaniya di vê dawiyê de li ser navê Serokatiya Ruhanî hatiye dayîn, ku derbasbûna hêzên hundirîn û parastinê yên hikumeta veguhêz pêşwaz dike, di bin zextekê de, ne bi vîna wan hat dayîn.
El Hicrî anî ziman ku bûyerên li Siwêdayê fikar û xeternak in û veguherandina parêzgeha Siwêdayê ber bi qadeke tund û şer ve red dikin. Xwîna li kolanan tê rijandin tu wijdan û olî razî nabe pêk were. El Hicrî bang li xelkê parêzgehê kir ku zana bin û dev ji rûmeta xwe bernedin.
Di axaftina xwe ya bidîmen de El Hicrî got: “Em qebûl nakin ku tiştê em pê ne bawer in, li ser navê me were nivîsandin. Daxuyanî di bin zexteke tund de hatiye dayîn. Em ji vê kêliyê ve tu helwestên dengê me yê rastîn nîşan nade red dikin û qebûl nakin.” El Hicrî destnîşan kir ku Serokatiya Ruhanî bi welatiyan re ye, ne bi aliyên wan dorpêçe dike yan ditirsîne re, ye.
Îro, li ser navê Serokatiya Ruhanî daxuyaniyek hatibû dayîn ku ew derbasbûna hêzên dewletê û teslîmkirina çekan pêwaz dikin. Li hember vê şêniyên herêmê bertekên xwe nîşan da. Ji ber ku ev daxuyanî, rastiya helwesta serokatiya ruhanî nîşan nade.
Dema ku Şêx Hikmet El Hicrî ragihand ku aliyên xwecihî û hêzên herêmî li ser wan ferz kiriye ku daxuyaniyê bidin, bûyera siyasî li Siwêdayê hat guhertin û gelek pirsên nû der barê rêyê rageşiya ewlehî û rola desthilatan tê de tên kirin.
El Hicrî di axaftina xwe de aşkera kir ku çareseriya li Siwêdayê bi çewistandinê nabe, berevajî bi diyaloga durist û rêzgirtina ji welatiyan re pêk tê û ev tişt anî ziman: “Em zarokên xwe nafiroşin û bazariyê li ser azadiya xwe nakin. Kî bawer dike ku çiyayê serî deyne, ew xeyal dike.”
Ev daxuyanî, piştî aloziyên ewlehî yên li Siwêdayê, berdewama şer û belavbûna hêzên hikumeta veguhêz li derdora bajêr, dorpêçê û pêleke berfireh a koçberiyê, hatin dayîn.



