Rejîma Baasê ji 2018’an heya roja rûxandina wê ve, ambargoyeke giran li ser Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê ferz kiribû.
Hikumeta veguhêz a Sûriyê li ser şopa rejîmê rê nade ku sotemenî derbasî taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê bibin.
Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber kêmbûna sotemaniyê, wekî tedbîreke pêwîst, saetên xebitandina jenartoran a li gorî sîstema ampêran kêm kirine.
Li gorî bernamya nû, jenartorê dê êvarî 3 saetan tenê werin xebitandin.
Çavkaniyekî Şaredariya Gel û yek ji Meclisa Giştî ya Her du taxan der barê sedemên kêmkirina saetên xebitandina jenartoran de agahî parve kirin û gotin:
Hikumeta veguhêz a Sûriyê ev demeke nahêle sotemenî derbasî her du taxan bibin:
Di encamê de sotemenî hema bêje diqede, miqdara maye jî ji bo firne û nexweşxaneya her du taxan hatiya hiştin.
Li gorî rêxistinên hiqûqî yên xwecih, 18’ê Hezîranê îsal, hêzên hikumeta veguhêz û çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li benda kontrolê ya hevbeş a li ser rêya di navbera bajarê Dêr Hafirê û Helebê de
Hejmarek ajokartên tankerên sotmeniyê û alîkarên wan revadibûn û ji wê demê ve ambargo li ser taxan hatiye destpêkirin.



