Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê şehadeta 5 endamên xwe ku li Şedadê şehîd bûne eşker kir.
Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku li Tebaqê di êrişekê de 2 endamên wan birînda bûne.
Di daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate gotin:
Duh 14 tîrmehê yek ji xalên me yên ewlehiyê li bajarokê Şedadê rastî êrîşeke xayîn hat.
Di encamê de 5endamên me şehîd bûn.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn teqez kir ku hêzên wan dest bi lêpirsînên berfireh bikin da ku nasnameya van koman eşkere bikin, piştgirên wan bişopînin û wan bibin pêşberî dadweriyê da ku cezayê xwe yê adil bistînin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Li Tebqa di êrişekê de 2 endamên me birîndar bûn
Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku gurupek çete du xalên hêzên me li bajarê Tebqayê hedef girtin û 2 endamên me birîndar kirin û wiha anî ziman:
Em weke hêza ewlekariya hundirîn ji bo hevalên xwe yên birîndar derbasiyê ( şîfa ) û ji malbatên şehîdan û gelên xwe re sersaxiyê dixwazin.
Em soz didin li ser rêka wan dewam bikin û destkeftiyên şoreşê û rêgezên civaka demoqiratîk biparêzin.



