Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê şehadeta 2 gerîlayên Ezidî yên ku di demên cûda li Herêmên Parastinê yên Medyayê eşkere kir.
HPG di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata her dû şehîdan û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest û soza pêkanîna xeyalên şehîdan da.
HPG’êNavenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya du gerîlayên Êzidî yên xelkê Şengalê, eşkere kir.
HPG’ê diyar kir ku hevreya wan Arîn Ararat di sala 2021 û hevreyê wan Cîger Qîranî di sala 2019 li Herêmên Parastinê yên Medya şehîd bûn û got:
“Hevrêyên me Arîn Ararat û Cîger Qîranî ji gelê me yên Êzidî ne û tevlî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bûn.
Hevrêyên me yên ku têkoşîna azadiyê bi serketinê tacîdar kirin ketin rê, ji Şengalê heta Herêmên Parastinê yên Medya destaneke berxwedanê ya bêhempa nivîsandin.
Hevreyên me yên leheng ku xwe bi felsefeya Apoyî pêş xistine, bi berxwedana xwe ya li çiyayên Kurdistanê bûne qehreman.
Hevreyên me li Herêmên Parastinê yên Medya di dîrokên cuda de dema ku têkoşîna xwe dimeşandin, şehîd bûn.
Arîn û Cîger bi sekin û tevlîbûna xwe mîrateyeke têkoşînê ya nayê jibîrkirin hiştin.
Em hevrêyên xwe Arîn û Cîger bi hurmetî û mînetdarî bibîr tînin û ji malbatên wan ên hêja, ji gelê berxwedêr yê Êzidî û tevahiya gelê Kurd ê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê mîrateya hevrêyên xwe yên di rêya Apoyî de bi gavên jixwe bawer û bêyî didulî bi pêş ve meşiyan, veguherînin qonaxeke xurt a têkoşînê û bigihînin serketinê.
Em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna şehîdên me wê ji aliyê tevahiya ciwanên Kurd bi taybetî ciwanên Êzidî yên ji Şengalê ve mînak bê girtin.”
Li gorî daxuyaniya HPG’ê agahiyên nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Arîn Ararat
Nav û paşnav: Rana Kahtan Elî
Cihê jidayikbûnê: Şengal
Navê dayik: Sine
Navê bav: Kahtan Elî
Cih û dîroka şehadetê: Kanûn 2021/ Herêmên Parastinê yên Medyayê
***
Nasnav: Cîger Qîranî
Nav û paşnav: Tarik Ziyad Xelef
Cihê jidayikbûnê: Şengal
Navê dayik: Vathî
Navê bav: Ziyad
Cih û dîroka şehadetê: Nîsan 2019/Herêmên Parastinê yên Medyayê



