Her wekî din Komeleya Girtiyên Filistînî derbarê serdegirtinên li Şerîa Rojava de daxuyaniyek da.
Komeleyê diyar kir ku leşkerên Îsraîlî 35 Filîstinî li Şerîa Rojava girtin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê di serdegirtinên li ser bajarên Nablus, Silfît, Qelqelya, Cenîn, Tulkerîm, Hebron û Beytlehmê de herî kêm 35 Filistînî, di nav de zarok û girtiyên berê, girtine.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 10 hezar û 800 Filistînî di girtîgehên Îsraîlê de ne, di nav wan de 50 jin, 450 zarok û 3,629 “girtiyên îdarî” hene.
Îsraîl, bi rêya tiştê ku jê re dibêje “girtina îdarî”, dikare Filistîniyan bê sûcdarkirin ji bo demên ji yek heta şeş mehan bigire.
Dadgehên leşkerî dikarin girtinê heta pênc salan dirêj bikin bêyî ku kesî bi “gefxwarina li ser ewlehiya Îsraîlê” tawanbar bikin.
Ji 7’ê Cotmeha 2023’yan vir ve ku Îsraîlê dest bi êrîşa li ser Xezeyê kir, li Şerîaya Rojava û Qudsa Rojhilat jî di bûyerên binçavkirin, serdegirtin û êrîşên li dijî Filistîniyan de zêdebûn çêbûye.



