Serokê Amerîkayê Trump gef xwar ku eger şerê Ukraynayê di nav 50 rojan de bi dawî nebe, ew ê bacên heta ji sedî 100 li ser hevkarên bazirganî yên Rûsyayê ferz bike.
Her wiha di hevdîtina xwe ya bi Rutte re, Trump diyar kir ku ew ê di demek pir kurt de hejmareke girîng ji çekan bidin Ukraynayê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump gef li Rûsyayê xwar.
Donald Trump ragihand ku eger di nav 50 rojan de ji bo bidawîkirina şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê rêkeftinek neyê çêkirin, dibe ku bacên gumrikê yên heta ji sedî 100 li ser welatên ku bi Moskowê re bazirganî dikin werin sepandin.
Di hevdîtinekê de bi Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte re li Qesra Spî, Trump got:
“Eger di nav 50 rojan de rêkeftin neyê çêkirin, em ê bacên gumrikê yên pir giran bisepînin.”
Trump ji bo Rûsyayê : Di nav 50 rojan de rêkeftin neyê çêkirin, em ê bacên gumrikê bisepînin
Serokê Amerîkayê hûrgilî neda ka kîjan welat dê ji van bacên gumrikê bandor bibin, lê destnîşan kir ku Rûsya jî tê nirxandin.
Reuters, bi îdiaya rayedarekî Qesra Spî, ragihand ku ceza dê ji bo hevkarên bazirganî yên Moskowê derbasdar bin.
Trump got:
“Ez bazirganiyê ji bo gelek armancan bikar tînim. Lê ew amûrek mezin e ji bo bidawîkirina şeran.”
Trump destnîşan kir ku Amerîkayê bi qasî 350 milyar dolar li ser şerê li Ukraynayê xerc kiriye, dibêje ew dixwazin şer bi dawî bibe.
Şandina çekên nû bo Kîevê hat pejirandin
Her wiha di hevdîtina xwe ya bi Rutte re, Trump diyar kir ku ew ê di demek pir kurt de hejmareke girîng ji çekan bidin Ukraynayê.
Trump hûrgulî li ser cûreyên çekên ku dê werin dayîn neda, lê wî diyar kir ku pergalên parastina hewayî yên Patriot dê di nav radestkirinan de cih bigirin.
Trump diyar kir ku cebilxaneya ku ji hêla welatên Ewropî ve hatî hilanîn dikare “di nav çend rojan de” ji Ukraynayê re were şandin.
Li gorî daxuyaniya Trump, pêvajo dê di bin hevrêziya NATO’yê de bidome.
Zelensky bi Trump re peywendiyeke telefonî kiriye
Li aliyê din Serokê Ukraynayê Zelenskî ragihand ku bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re peywendiyeke telefonî kiriye.
Zelenskî spasiya Trump kir ji bo amadebûna wî ya berdewamkirina hewldanên rawestandina êrîşên Rûsyayê yên li dijî welatê wî û bidawîkirina şer bi aştiyeke dadperwer.
Zelenskî diyar kir ku Trump li ser hevdîtina wî ya bi Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte re li Amerîkayê agahî daye wî û got:
“Girîng e ku têkiliyên me ewqas baş in û welatên hevpeymaniyê hewl didin ku lêçûnên xwe yên parastinê zêde bikin.”
Zelenskî diyar kir ku di hevdîtinê de tedbîrên pêwîst ji bo xurtkirina qebiliyetên parastinê yên Ukraynayê hatine nîqaşkirin û ew amade ye ku her tiştê ku ji destê wî tê bike da ku aştiyê bi dest bixe.



