Artêşa Îsraîlê li Bîqa ya Lubnanê 16 êriş li dijî baregehên “El Redwan” ên girêdayî Hizbullahê pêk anîne.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê X’ê diyar kir ku “Artêşê li herêma Bîqayê êriş li dijî Quwet El Ridwan a girêdayî Hizbullahê da destpêkirin.”
Adraee da zanîn ku Hizbullah baregehên hedefkirî “ji bo perwerde, xebatên plankirin û pêkanîna planên terrorist” bi kar dianîn.
Çapemeniya nêzî Hikûmeta Sûriyê ya Veguhêz dibêje ku artêşa Îsraîlê kampa penaberên Sûrî El-beki’a البقاع kir hedef di encamê de, 12 kes di nav wan de 7 Sûrî hebûn hatin kuştin.



